Arakçi: Di vî şerî de wê tu kes bi ser nekeve!

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi got ku Îran li hemberî operasyona bejahî ya muhtemel a DYE’yê amade ye. Arakçi diyar kir ku şerekî bi vî rengî ‘’wê ji bo her du aliyan jî bibe felaket’’ û da zanîn ku ew daxwaza agirbestê nakin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi ji NBC’yê re axivî û got ku ger DYE bi bejahî Îranê dagir bike, hêzên Îranê amade ne ku bersivê bidin leşkerên Emerîkayê.

Abbas Arakçi got: ‘’Em baş dizanin ku em ê bikaribin wan û ev yek wê ji bo wan bibe felaketeke mezin.’’

Abbas Arakçi diyar kir ku Serokê DYE’yê Donald Trump di mijara ‘’bicihkirina leşkeran’’ de peyamên li hev nagirin, dide û têkildarî şer û pevçûnên ku berdewam dikin jî got ku di vî şerî de wê tu kes bi ser nekeve.

Arakçi piştre anî ziman ku Îranê daxwaza agirbestê nekiriye û wan di mijara hevdîtinên li gel Washingtonê de bi tecrûbeyeke neyînî re rû bi rû mane û got: ‘’Tişta rast ev e ku di mijara hevdîtina li gel DYE’yê de tecrûbeyeke me ya erênî tune ye. Bi taybetî jî li gel vê rêveberiyê. Sala borî û îsal me du caran hevdîtin pêk anî û di dema hevdîtinan de êrîşî me kirin.’’

Her wiha Arakçi diyar kir ku wê ji aliyê Meclîsa Pisporan ve were diyarkirin ku bê ka kî were li şûna serokê olî Xamaneyî û got: ‘’Ev bi temamî meseleya gelê Îranê ye û tu kes nikare destwerdanê bike.’’